SerekeSîyasî

Elî Dolemerî: bêyî kurdan tu pirsgirêk li Rojhilata Navîn nayê çareserkirin

Nûnerê hukumeta Herêma Kurdistanê yê Fransîyayê Elî Dolemerî gotîye: “Bêyî kurdan tu pirsgirêk li Rojhilata Navîn nayê çareserkirin”.

Elî Dolemerî her wiha diyar kirîye ku Fransîya hewl dide têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê baştir bike û gotîye: “Herêma Kurdistanê ji bo aramiya Rojhilata Navîn bûye faktoreke sereke”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  li koşika Yêlîsêyê ji alîyê serokkomarê Fransîyayê Emanuêl Makron ve hatîye pêşwazîkirin.

Nûnerê hukumeta Herêma Kurdistanê yê Fransîyayê Elî Dolemerî beşdarî bultena Rûdawê bûye û li ser serdana Nêçîrvan Barzanî û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransîyayê de axivîye.

Elî Dolemerî derbarê girîngiya vexwendina serokê Herêma Kurdistanê ya Parîzê gotîye:”Niha Herêma Kurdistanê faktoreke sereke ye ji bo aramiya Rojhilata Navîn, ji ber ku bêyî Herêma Kurdistanê tu guhertin nayên kirin û bêyî kurdan tu pirsgirêk li Rojhilata Navîn nayê çareserkirin”.

Bi gotina Dolemrî Fransîya dixwaze nêrîna Herêma Kurdistanê ya di hemû waran de wergire.

Elî Dolemerî her wiha da zanîn ku Fransîya her dem piştgirîya Herêma Kurdistanê dike û gotîye: “Dixwazin têkiliyên navbera Bexdayê û Hewlêrê bikevin qonaxeke din û her du alî bi hev re welat bi rê ve bibin”.

Nûnerê hukumeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kirîye: “Heger Bexda û Hewlêr negihîjin rêkeftineke dawî, aramiya di warên pêşketin, aborî û xweşguzeraniyê de ji bo xelkê Îraqê û Herêma Kurdistanê nayê dabînkirin”.

Nûnerê hukumeta Herêma Kurdistanê yê Fransîyayê Elî Dolemerî bersiv daye pirsên Senger Ebdurehman û ev jî pirs û bersiv in:

Rûdaw: Ew mijarên li ser maseya gotûbêjê ya serok Makron û serok Nêçîrvan Barzanî çi ne?

Elî Dolemerî: belê, bê guman serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vexwendina fermî ya serokkomarê Fransîyayê niha li Parîzê ye û li gel serokê Fransîyayê li koşika Yêlîsêyê dicive.

Çend mijar di hevdîtinê de hene, têkiliyên navbera Hewlêr û Parîzê pir girîng in ku tên axaftin, ji ber ku têkiliyên dîrokî ne û di asteke bilind de ne, dixwazin wan têkiliyan bibin warên din, ne tenê di warên dîplomasî û siyasî, her wiha di warê aborî, akademî, zanistî û kulturî jî.

Her wiha têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî pir girîng in, ji ber ku hûn dizanin Fransîya siyaseteke taybet ji bo Îraqê û ji bo Herêma Kurdistanê heye. Her dem jî gotiye ku ew piştgiriya Herêma Kurdistanê ya bihêz di çarçoveya Îraqê de dike ku ev yek pir girîng e.

Paşê rewşa herêmê bi taybetî Sûryayê tê axaftin ku niha li wî welatî desthilateke demkî heye. Niha dikarim bêjim Herêma Kurdistanê faktoreke sereke ye, despêkê wekî temaşekerekî bû lê niha wekî lîstikvanê qadê ye, ji ber ku tu guherîn li Rojhilata Navîn bêyî Herêma Kurdistanê nayên kirin.

Ev tên gotûbêjkirin, pêwendiyên di navbera Amêrîkayê û Îranê û hemû rewş bi hev ve girêdayî ne. Fransîya welatekî zilhêz e, endamê hertimî yê konseya ewlehiyê ya navneteweyî ye û dixwaze nêrîna Herêma Kurdistanê di hemû wan waran de bizane.

Herêma Kurdistanê di raboriyê de ew nîşan daye ku dikare bibe faktoreke sereke ya aramiya Rojhilata Navîn. Ev mijar û mijarên din jî tên gotûbêjkirin, çawaniya pêşxistin û xurtkirina pêwendiyan li gel welatên Avropayê. Fransîya rast e welatekî zilhêz e lê di Yekîtiya Avropayê de jî pêwendiyeke baş ya li gel Herêma Kurdistanê heye.

Rûdaw: mijar tenê wergirtina nêrînê ye yan bi gotina Herêma Kurdistanê jî dikin ji bo dîtina çareseriyê?

Elî Dolemerî: bêguman wek min behs kir, Herêma Kurdistanê berê temaşevan bû di wan guherînan de ku li Rojhilata Navîn rû didan lê niha berevajî lîstikvaneke sereke ye, bêguman guh li nêrîna serokatiya Herêma Kurdistanê, hukumeta Herêma Kurdistanê û gelê kurd tê girtin. Çimkî di raboriyê de me nîşan daye ku em dikarin bibin faktoreke aramiyê di herêmê de, me kariye wê hevsengiyê li gel hemû welatên derdorê ragirin.

Hûn dizanin niha li Rojhilata Navîn guherîneke bi temamî rû daye, çi li Sûryayê be yan li Libnanê, Îraq û Tirkiyayê. Pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê eger rola Herêma Kurdistanê nebe, nikare serketî be, her wiha li Sûryayê, di hemûyan de heger Herêma Kurdistanê nebe, bêguman nayê kirin ku ew aramiya ku heye were pêşxistin, çimkî Avropa û welatên Avropayê jî zêdetir girîngiyê bi Herêma Kurdistanê didin.

Em dibînin ku di şerê DAIŞ ê de Herêma Kurdistanê bû ku karî alîkarekî temam ya welatên Yekîtiya Avropayê û Amêrîkayê be. Di vê rewşê de jî kurd dikare roleke sereke bilîze di çareserkirina pirsgirêkan de, çimkî tu pirsgirêk li Rojhilata Navîn bêyî kurda nayê çareserkirin.

Rûdaw: Fransîya çima ew qasî di xema pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê de ye?

Elî Dolemerî: heger pêwendiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de baş nebe, pêwendiyên wan li gel welatên derve û Fransîyayê jî baş nabe û aramî û aşîtî venagere ji bo herêmê, venagere ji bo Îraqê, çimkî niha Îraq Îraqa berê nîne û jê re tê gotin Îraqa fêdêral, li ser sîstema fêdêral hatiye damezrandin.

Divê li Îraqê mafê hemû pêkhateyan bê dayîn bi Herêma Kurdistanê ve, em dibînin sala 2017 a piştî bûyerên nexwestî ew Fransîya bû karî nexweşiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de gelekî kêm bike û her du jî careke din li ser maseyê gotûbêjê rûnin û niha pêwendî ber bi başbûnê ve diçin.

Du roj berê serokwezîr Sûdanî li Herêma Kurdistanê li gel serok Barzanî û serokê hukumetê Mesrûr Barzanî civîn hebû, ew dixwazin ew civîn bikevin qonaxekê ku her du bi hev re vî welatî bi rê ve bibin.

Fransîya jî dixwaze alîkariya her du aliyan bike. Bêyî her du aliyan Fransîya jî nikare cihê xwe li Herêma Kurdistanê û Îraqê veke.

Rûdaw: biryar e parkek li Parîzê were avakirin û serok Barzanî wê veke, ew mijar kengê tê bicihkirin?

Elî Dolemerî: belê, bi dilxweşî dikarim bibêjim ev biryar hatiye dayîn di konsêya şaredariya Parîzê de ku kolanek bi navê Pêşmerge bê vekirin û tenê dema wê maye. Ew kolane li cihekî stratejîk e, parkeke gelekî mezin û bi nav û deng ya Parîzê ye, nêzîkî Eyfelê ye, nêzîkî cihê nûnertiyê ye jî.

Bîrok ji aliyê serokê fermanegehê Safîn Dizeyî ve ji me re hatîye şandin, me jî wek nûnertiya hukumeta Herêma Kurdistanê hewleke gelekî cidî da çimkî di nav konsêya şaredariya Parîzê de çend alîyên siyasî hene ji bo ku lihevkirin bê kirin û ji bo bi navkirina wê kolanê. Bi dilxweşî me karî li gel hemû wan aliyên nav konsêya şaredariyê gotûbêj bikin û bi tevahiya dengan biryar li ser vî navî hatîye dayîn ku ji bo me jî cihê dilxweşiyê ye wek rêzgirtinekê li têkoşîna Pêşmergeyan.

Her wiha serokê şaredariya Parîzê bi fermî serok Barzanî vexwendiye, wek serok, rêber û pêşmergeyekî, çimkî serok Barzanî her tim di hemû hevdîtinan de behsa wê kiriye ku pêşmergatî ji bo min şanazî ye û bilindtirîn paye ye, ji ber vê hem wek serok, Rêber û hem wek Pêşmergeyekî beşdariyê tê de dike.

Heta niha dema wê nehatiye diyarkirin lê di demeke nêzîk de ev park bi amadebûna cenabê serok û şandeke bilind ya hukumeta Herêma Kurdistanê ku li vir jî aliyê fransî beşdar dibe, tê vekirin, ev cihê şanaziyê ye ji bo gelê kurd, bi taybetî ji bo Pêşmergeyên qehreman yên me.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button