H’emû nûçeSereke

Di cîhanê de îtxalkarên sereke yên çekan têne zanîn

Polonya di îtxalata berhemên leşkerî de bûye pêşeng. Piştî wê Rûmînya, Hindistan, Îsrayêl û Holandîya tên. Li gorî “Armenpress”ê, ev yek ji daneyên tabloya dengdanê ya ku ji hêla navenda analîzên bazirganîya çekan ya cîhanê ve hatîye weşandin, eşkere dike.

Di tabloyê de 20 welatên ku di sala 2024 a de herî zêde girêbestên kirîna leşkerî îmze kirine hene.

Sala 2024 de, Polonya 15,625 mîlyard dolar ji bo kirîna çekan xerc kirîye  12.80 selef ji bazara cîhanî. Li gorî pisporên navendê, bi giştî di 4 salên borî de, salên 2021-2024 a, Polonyayê ji bo hinartina berhemên leşkerî bi nirxê 68,261 mîlyard dolarî 13,38 selef ji bazara cîhanî girêbest îmze kir û di cîhanê de cîhê yekem girt, bi awayekî berçav li pêş kirrînerên din yên sereke yên çekan.

Rûmînya ku di rêza duyemîn de cîh digire,  sala 2024 a de bi nirxê 10,251 mîlyard dolarî (8,40 selef), Hindistanê – 9,410 mîlyard dolarî (7,71 selef), Îsrayêl – 8,2 mîlyard dolarî ( 6,72 selef) û Holandîyayê – 7,922 mîlyard dolarî (6,49 selef) çek kirîn.

Tirkîya di warê kirîna çekan de di rêza şeşemîn de ye ku bi bihayê 7 mîlyard dolar çek kirî ye.

Di rêzê de Îraq, Korêya Başûr, Erebistana Saûdî û Îndonêzya di rêza deh yekem de cîh digirin.

Adirbêcan di rêza 16emîn de cîh digire. Bekûyê di sala 2024 a de bi nirxê 2,220 milyard dolar çek kirîbû, Amêrîkayê bi bihayê 2,073 mîlyard dolar çek kirî û di rêza 17emîn de cîh girt.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button