Fêstîvala şanoyêye 8 emîn ya Hewlêrê dest pê dike

Fêstîvala şanoyê ya navneteweyîye 8 emîn ya Hewlêrê wê roja yekşemê dest pê bike.
Birêvebirê hunera şanoyê yê Hewlêrê da zanîn ku wê 10 kom beşdarî fêstîvalê bibin û mazûvaniya lîstikvan, şanoger û hunermendên jêhatî yên kurd û ereb bê kirin.
Birêvebirê hunera şanoyê yê Hewlêrê Hîwa Suad Yûnis li ser festîvala şanoyêye ya navneteweyîye 8 emîn ya Hewlêrê konfêranseke rojnamegeriyê li dar xistîye.
Birêvebirê hunera şanoyê yê Hewlêrê Hîwa Suad Yûnis ragihandîye:
“Seheta 18:00 a 20 ê vê mehê, li hola rewşenbîriyê ya Hewlêrê, fêstîvala şanoyêye navneteweyîye 8 emîn ya Hewlêrê dest pê dike.
10 komên şanoyê yên ji welatên Tûnisê, Lîbyayê, Misirê, Îranê, Tirkîyayê û bajarên Îraqê û Herêma Kurdistanê beşdar dibin”.
Hîwa Suad Yûnis dîyar kirîye ku wê stêrkên navdar yên sînemayê, şanoyê û hunermendên kurd, ereb, îraqî û biyanî beşdar bibin.
Bi rêvebirê hunera şanoyê yê Hewlêrê da zanîn ku fêstîval wê bi hevkariya wezîreta rewşenbîrî û ciwanan ya Herêma Kurdistanê ve bê lidarxistin û wê rojane 2 şano bên nîşandanyîn.
Her wiha komîtêyeke pispor jî wê nirxandinê ji bo şanoyên koman bike.
Hîwa Suad Yûnis destnîşan kirîye ku “ji bilî nîşandan û nirxandina şanoyan, komeke çalakiyên din yên wek sêmînar û rûniştinên rexneyî jî wê di fêstîvalê de bê encamdan”.







