SerekeSîyasî

Îlham Ehmed: ezmûna Herêma Kurdistanê di dîroka kurd de gelek giring e

Hevseroka komîteya peywendiyên derv ya rêveberîya xweser Îlham Ehmedê ragihandîye,ezmûna Herêma Kurdistanê di dîroka kurd de gelek giring e û ew li Rojavayê Kurdistanê ji bo çareserkirina doza kurd li Sûrîyayê hemû ezmûnan li ber çavan digirin.

Hevseroka komîtêya peywendiyên der ya rêveberiya xweser Îlham Ehmedê 17 ê nîsanê di çarçoveya dîdara Silêmaniyê de gotîye: “Helbet ezmûna Herêma Kurdistanê ezmûneke gelek giring e di dîroka kurd de. Em ezmûna Herêma Kurdistanê dibînin ku di rewşeke cîosîyasî ya destnîşankirî de çêbû ku Iraq kire dewleta fêdêral. Herêma Kurdistanê herêmeke kurdî ye li cêografîya Iraqê. Lê li Sûrîyayê rewş cuda ye, rewşa cîyosiyasî cuda ye, pêkhateya civakî cuda ye û divê ev hemû li ber çavan were wergirtin”.

Îlham Ehmedê gotîye: “Ne tenê ezmûna Iraqê, lê belê li dewletên din jî ezmûnên ku dozên miletan û netewan çareser kirine jî giring e. Sûrya gelek pêkhate û çandan li xwe digire, ev hemeregî divê li ber çavan were wergirtin ji bo destnîşankirina sîstêmê sîyasî li Sûrîyayê, ka wê çawa be, çarenivîsa kurd li Sûrîyayê jî divê di çarçoveya vê rewşê de be”.

Herwiha gotîye: “Sîstêmê navendîyê di dîrokê û rewşên sîyasî yên destnîşakirî de derketin û bi xwe re kirîz anîn, lema em dibînin ku siîtêma navendî ya tund, doz û pirsgirêkan çareser nake, berûvajî wê kûrtir dike, lema  em dibînin ku nabe Sûrîya vegere berîya sala 2011 ê û divê nenavendî be û mafê pêkhateyan hemûyan tê de parastî be”.

Îlham Ehmedê derbarê rêkeftina HSD û rêveberîya Şamê de jî gotîye: “Ez dikarim bêjim ku ev rêkeftin, rêkeftineke gelek giring bû di dîroka Sûriyayê de, çi ji bo çarenivîsa miletê kurd yan pêkhateyên din be. Ev rêkeftin tevahiya tometên ku arasteyê me wek kurd dihatin kirin rakirin. Wek pirojeyê rêveberiya xweser, em bi berdewamî bi cudabûn û dabeşkirinê dihatin tomet barkirin, lê vê rêkeftinê ew tişt nehişt, lema em dibînin ev xaleke dîrokî ye”.

Da zanîn jî, ji niha û pê de şopandina rêkeftinê giring e. Niha komîtêyên gotûbêjê têne pêkanîn, ji bo hûrgilyan gotûbêj bike, ku wê gotûbêjan derbarê xalên rêkeftinê, çawanî û mêxanîzma bicîkirina wê bike, heta dawiya vê mehê jî dibe hin hevdîtin hebin.

Hevseroka komîteya peywendîyên der ya rêveberîya xweser gotîye: “Heta niha gelek têgihştin çêbûne, taybet li taxên Şêx Meqsûdê, bendava Tişrînê û xalên pirsgirêk. Em hêvî dikin ku têgihştinên kûrtir hebin derbarê destûr û proseya sîyasî û proseya dubare avakirina Sûrîyayê. Em xwe wek hevparê vê proseyê dibînin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button