Serok Barzanî, Egît Kabayêl pîroz kirîye

Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê bi germî boksîyorê çêmpîyon yê kurd Egît Kabayêl pêşwazî kirîye û ew pîroz kirîye.
Serok Mesûd Barzanî li baregeha Barzanî ya li Pîrmamê boksîyorê kurd û çêmpîyonê konsêya boksê ya cîhanê (WBC) Egît Kabayêl re rûniştîye.
Egît Kabayêl li Rîyada paytexta Erebistana Saûdî hevrikê xwe yê çînî têk birîye û bûye çêmpiyonê konsêya boksê ya cîhanê (WBC).
Baregeha Barzanî li ser hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî belav kirîye.
Baregeha Barzanî da zanîn ku serok Barzanî destxweşî û pîrozbahî li Egît Kabayêl kiriye ku wî çêmpiyonîya katêgoriya herî giran WBC yê bi dest xistiye.
Serok Barzanî piştgiriya xwe ji Egît Kabayêl re nîşan daye û hêviya serkeftinên zêdetir jê re xwestîye.
Egît Kabayêl jî kêfxweşiya xwe ya ji bo dîtina serok Barzanî anîye ziman û spasiya piştgiriya serok Barzanî kirîye.
Kabayêl xelat û kemera xwe ya çêmpiyoniyê jî wek rêzgirtin pêşkêşî serok Barzanî kirîye.







