
Li navçeya seyhanê ya Edeneyê li dijî avahîya DEM Partîyê êrîş hate kirin û di êrîşê de zerer gihîşt avahyî.
Avahîya rêxistina navçeya Seyhanê ya DEM Partiyê ya li ser rêya Abîdîn Paşayê rastî êrişê hat.
Di encama erişî de zerer gihişt tabelaya partîyê.
Nasnameya kes yan jî kesên ku êriş kiriye heta niha nehatîye zanîn.
Rayedarên partîyê ji bo nasnameyên êrişkaran bên tespîtkirin û derbarî wan rêkarên yasayî bêne destpêkrin serî li saziyên pêwendîdar dane.







