H’emû nûçeSereke

Ez nafikirim, wekî Adirbêcan gava leşkerî dijî Îranê biavêje: pisporê îranî

Îran dide kifşê,wekî amadeye xetên xweye sor xweyke, bona me wê dijwar nîbe piştgirîyê bidine Ermenîstanê bona ku ew sînorên xwe biparêzin.Derheqa wê yekêda pisporê îranî Êhsan Mohavêdîan gotîye, dema ku ewî derheqa wê pirsêda xeberdaye ku heger danûstandinên dora qayîlnivîsara atomî bêne teribandinê, wê derba bighînine Îranê, yan na û Têhranê bikaribe sînorê tevî Ermenîstanê wextê opêrasîyona Adirbêcanêye leşkerî biparêze?

“Ew yek usa jî nîne wekî Adirbêcan û Tirkîya dikarin hemû tiştî bikin, çi ku dixwezin. Hûn dibînin ku li Tirkîyayê çi dibe û  ji alîkî mayînva jî tevî Îsrayêlê pirsgirêk hene, lê li Adirbêcanê jî meriv dijî hukumatê şikyat dikin.Bêguman pirsgirêkên me jî hene, lê heger Ermenîstan û Îran gavên bi hevra biavêjin ku hevkarîya leşkerî bidine kûrkirinê,wî çaxî mecalên Adirbêcanê û Tirkîyayê wê tunebin.

Çawa bersiva wê pirsê, ku glo Adirbêcan dikare dijî Îranê beşdarî opêrasîyonên leşkerî bibe, pispor gotîye: “Ez nafikirim wekî Adirbêcanê gaveke wî cûreyî dijî Îranê biavêje. Diqewime Îsrayêl dixweze hewa Adirbêcanê dijî me bide xebatê, lê ew zanin heger gaveke usa bê avîtinê, emê wana mecbûrkin, ku em wê yekê bidine sekinandinê û ewê bihakî giran bona wê yekê bidin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button