Îran ne ew welate ku bikaribin bikevine nava axa wê: ew baş zanin: pisporê îranî

Ew yek Amêrîkayêva girêdayîye ku ew dixwezin tevî me danûstandina derbazkin, yan helkirina xwe li me bidine borcdarkirinê: heger ew dixwezin bêjine me ku rêyeke başqe tune, lê ne ku kirina gotina wan ku mecala gihîştina encama tune.Derbarê wê yekêda pisporê îranî Êhsan Mohavêdîan gotîye, dema ku ewî derheqa wê pirsêda xeberdaye,Tramp tevî îsrayêlê gefa dixun ku wê Îranê bidine ber bomba, heger danûstandinên atomî bêne teribandinê.
“Heger ew fem bikin ku gerekê hinek gotinên me qebûlkin, wî çaxî mecalê hebe bighîjine qaylîyê.Îran amadeye xwe biparêze.Îran ew welat nîne ku bikaribin bikevine nava axa wê û bi rîya hewê êrîşkin.Diqewime ew bikaribin wê yekê bikin ku Îsrayêlê sala derbazbûyî çi kir û emê jî bersiva wan bidin.Ez nafikirim,wekî ewê bikaribin wê yekê çi ku dixwezin li me borcdarkin.Em amade nabin wê yekê qebûlkin û ew wê yekê zanin”,-ewî gotîye.







