Papê Romayê Fransîskos nava axaftina xweye dawîda dîsa derheqa Ermenîstanêda xeberdaye

Duh, 88 salîya xweda, Papê Romayê Fransîskos wefat bûye.
Fransîskos Papê Romayêyî 266 a bû, yê ku sala 2013 a çawa Papê Romayê hate elamkirinê.
Piştî hilbijartinê, ewî navê Fransîskos ji dêra Katolîk hilda û ew bû Fransîskosê Ewlin.Ew yê ewlin bû ku ne tenê bi navê xwe bû.
Piştî sala 741 ê ew papê ne avropîyî ewlin bû, yê ku qulixa xweye ruhanî li Argêntînayê mîyaser kiribû.
Piştî 600 salî, cara ewlin bû wekî hêna saxbûna papê berî xwe rabû û li ser kursîyê Pîroz rûnişt. Bênêdîktosê 16 a bi rezedilîya xwe ji rêberîyê dûrketîye.
Çend sehet berî wefatbûna wî, roja cejina Mesîhîya, Papê Romayê bi axavtin berbirî bawarmend û mesîhîyên li meydana Petrûsê Pîroz bibû. Papê Romayê bi dijwarî xeberdabû, lê qulixçîkî Vatîkanê axavtina wî gîhandibû cimetê.Papê Romayê bona Ermenîstanê û Adirbêcanê aşîtî xwestibû.







