
Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan dide bawarkirinê,wekî danûstandinên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda nava hesarêda nînin, gotûbêjkirin berdewam dibin.
Li gorî ragîhandina “Armenprems” ê, Alên Sîmonyan derheqa wê yekêda li parlamêntê gotîye rojnamevana, dema ku ewî derheqa wê pirsêda xeberdaye ku gelo danûstandin ketine nava hesarê, yan na.
“Niha em nava halekî usadanin, dema ku dokûmênta qaylkirî heye.Min usa jî li Sankt Pêtêrbûrgê bi kurtayî seroka parlamênta Adirbêcanêra qise kirîye.Ez difikirim,wekî derheqa hesarêda tu tişt tune. Bona Adirbêcanê jî dest dide ku pêvajo lez ser hevda bê, bi kîjanêva em mijûl dibin”,- serokê parlamêntê gotîye.
Bi gotina wî, hemû tişt gerekê bê kirinê wekî rojeva aşîtîyê bibe rastî.
Em bêjin,wekî 17 ê nîsanê serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan li Sankt Pêtêrbûrgê beşdarî civîna parlamêntên Welatên Hevalbendîya Serbest bûye.Beşdarî wê civînê bûye usa jî seroka parlamênta Adirbêcanê Sahîba Gafarova.







