H’emû nûçeSereke

Xwendikarên mekteba Yêrêvanêye ser navê X. Daştêns navenda perwerde û çandî ya netewên kêmjimar ya serokwezîrtiyê qesidîne

21 nîsanê komeke xwendikarên mekteba Yêrêvanêye hejmara 114 a ya bi ser navê X. Daştêns navenda perwerde û çandî ya netewên kêmjimar ya ofîsa serokwezaretîya Ermenîstanê qesidîne û li wir ji bo Roja Welatiyan gera xwe li dar xistine.
Xwendikar ji alîyê serokê navenda netewên kêmjimar ya serokwezîretîya Ermenîstanê Avag Hakobyan ve hatine pêşwazîkirin.

Xwendikar piştî serdana navenda perwerde û çandê ya netewên kêmjimar ya serokwezîrtîyê, li pirtûkxaneya navendê şanoyên muzîkê raber kirine û helbest xwendine.

Di çalakîya çandî de serokê daîreya perwerdehiya giştî ya wezîreta perwerde, zanist û xwendina bilind T. Sargsyan, serokê daîreya kar û barên perwerde, çandî û dînî ya netewên kêmjimar ya serokwezaretîya Komara Ermenîstanê V. Asatryan û midûrê mekteba Yêrêvanê ya hejmara 114 a ya bi ser navê navê X. Daştêns Kostanyan amade bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button