SerekeSîyasî

Komeke parlamêntarên Avropayê serdana Kaya Kalasê ya li Adirbêcanê rexne kirine

Komek ji parlamêntarên parlamêntoya Avropayê û parlamêntoyên welatên cûre-cûre yên Avropayê der barê serdana fermî ya li Adirbêcanê ya  nûnera bilind ya kar û barên der û polîtîkayên ewlekarîyê ya YekîtîyaAvropayê Kaya Kalas nîgeranîya xwe nîşan dan û rexne kirine.

Li gorî “Armenpress”ê, parlamêntaran li ser vê yekê li ser mîkroblogên xwe nivîsîne.

Parlamêntarê Qibrisê yê parlamêntoya Avropayê Lûkas Forlas di daxuyanîya xwe de wiha gotîye: “Serdana Kaya Kalasê ya  li Adirbêcanê bê kirin, fikarên cidî zêde dike”. Ev serdan di çarçoveya berdewamîya tûndûtûjîya Adirbêcanê ya li ser sînor, binçavkirina neqanûnî ya sîvîlên ermenî û gefên eşkere yên li dijî mîsyona çavdêrîya Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê tê”.

Endama meclisa netewî ya Fransîyayê Îzabêl Santyagoyê ji alîyê xwe da nivîsîye ku salvegera Komkujîya Ermenîyane 110 emîn de, skandal e ku nûnera bilind ya Yekîtîya Avropayê  diçe Adirbêcanê, dema ku girtîyên ermenî di girtîgehên Bekûyê da nin.

Parlamêntarê Îspanyayê Fransêsk Mark Alvaro di nivîsa xwe de dîyar kirîye ku serdana nûnera bilind ya Yekîtîya Avropayê Kaya Kalasê  ya li Bekûyê cîhê fikaran e. “Rewşa mafên mirovan li Adirbêcanê nebaş e, û ev serdan dikare zirarê bide têkilîyên di navbera Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê, ku hevkareke sereke ye ku bi pabendbûna bi aşîtîyê re ye”.

Parlamêntarekî din yê parlamêntoya Îspanyayê Con Înyarîtû bi taybetî nivîsîye: “Di dema ku Adirbêcan mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî binpê dike, Kaya Kalas bi serdaneke fermî diçe Bekuyê. Welatên din yên li Kafkasyayê dêmokrasî û aîştîyê pêşve diçin, lê Yekîtîya Avropayê  pêşîyê dide dîktatorîya otorîter û êrîşkar”.

Parlamêntarê berê yê Bûndêstagê yê Almanyayê Mîkayêl Rot jî di nivîsa xwe de ji Kaya Kalasê pirsîye, gelo gaz ji bo Avropayê ji sozdarîya alîgirên Avropayê girîngtir e?

“Hûn serdana rêjîma otorîtar ya Bekûyê dikin, ji dêmokrasîya Yêrêvanê dûr dikevin. Dema ku Adirbêcan nirxên me red dike, Ermenîstan her ku diçe nêzîkî Yekîtîya Avropayê dibe. Rewşa ramana stratêjîk ya li Bryûsêlê çawa ye?” parlamêntarê berê nivîsîye.

Berîya niha hatibû ragîhandin ku nûnera bilind ya polîtîkayên der û ewlekarîyê ya Yekîtîya Avropayê Kaya Kalas bi serdaneke fermî çûye Adirbêcanê.

Di vê serdanê de wê bi serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û wezîrê karên der Cêyhûn Bayramov re jî bicive. Tê plankirin ku piştî hevdîtina bi wezîrê karên der re daxuyanîyên çapemeniyê bên dayîn. Di beşa duyemîn ya serdanê de Kaya Kalas wê bi balyozên ciwanên Avropayê re bicive.

Biryarê de hatîye dîyarkirin ku ev hukumê navborî ji bo kesên bîyanî yên ku xwedîyê statûya rûniştinê û belgeyeke derbasdar e ku rûniştina wan berî bikeve merîyetê û belgeyeke derbasdar ku qanûnîbûna rûniştina wan piştrast dike, tesdîq dike jî derbaz dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button