Nîkol Paşnyan wê bi serdana xebatê here Êstonyayê

Nîkol Paşînyan wê 27-28 ê nîsanê bi serdana fermî here Êstonyayê, berdevka çapemenîyê ya serokwezîrê Ermenîstanê Nazêlî Bagdasaryanê ragîhandîye
Li gorî malpera fermî, ya hukumeta Êstonyayê, di vê serdanê de serokwezîrê Ermenîstanê wê bi serokwezîra Êstonyayê Krîstîna Mîxayl, serokkomarê Êstonyayê Alar Karîs, seroka parlamênta Êstonyayê Laûrî Hûsarê û wezîrê karên der Margûs Sahkna re bicive.Her wiha tê plankirin ku bi nûnerên civaka ermenî re jî hevdîtinê pêk bê.
Biryar e 28 ê nîsanê civîna çapemenîyê ya serokwezîrên herdu welatan bê lidarxistin. Di civîna dualî ya berîya civîna çapemenîyê de wê mijarên parastinê, derfetên pêşvebirina têkilîyên dualî, têkilîyên Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê û mijarên hevkarîya di sazîyên navneteweyî de wê bên gotûbêjkirin.







