
Berpirsa desteya têkilîyên derve ya rêveberiya xweser Îlham Ahmed, di destpêka karên konferansa yekrêzî û yekhelwesta kurd li Rojavayê Kurdistanê de axivîîye û gotîye: “Îro rojeke dîrokî ye. Bi salan e, ne tenê Rojavayê Kurdistanê, lê tevahîya parçeyên Kurdistanê li benda hatina rojeke weha bûn”.
Îlham Ahmed spasîya amadebûna nûnerê serok Barzanî, Hemîd Derbendî kirîye, herwiha spasîya wan partî, hêz û rêxistinan kirîye ku bûne piştevanîyeke xurt ji bo konfêransê û ji bo yekrêzî û yekîtîya kurd.
Berpirsa desteya têkilîyên derve ya rêveberîya xweser gotîye: “Em dixwazin rêxistinên me yên sîyasî di çarçoveyekê de bigihîjin rêkeftinekê, bi taybetî di qonaxeke wiha de ku Rojavayê Kurdistanê piştî xebat û têkoşîneke dirêj, gihiştîye astekê ku pêwîst e çarenûsa xwe dîyar bike”.
Îlham Ahmedê gotîye: “Em dixwazin li gel dewleta Sûrîyayê çarenûsa xwe dîyar bikin û herwiha di destûrê de mafên xwe mîsoger bikin”.
Amaje bi wê yekê jî kirîye ku ew piştgirîyeke xurt ji kurdên her çar parçeyên Kurdistanê dibînin, bi taybetî piştgirîya xurt ya serok Barzanî ji bo yekîtî û yekrêzîya kurd li Rojavayê Kurdistanê, her wiha piştgirîya Ebdlah Ocalan ji Îmralîyê û rêxistinên din yên Kurdistanê ji bo ku kurd li Sûrîyayê bigihîjin mafên xwe.
Îlham Ehmedye gotîye: “Em guh didin dengê gelê xwe ku daxwaza yekrêzî û yekhelwestîyê ji me dike û me jî li ser vî bingehê konfêrans li dar xist. Em dixwazin bigihîjin encamekê. Demeke dirêj e guftûgo di navbera alîyan de li ser vê mijarê tê kirin û îro ev rêkeftin û lihevkirin di konfêransê de tê ragîhandin”.
Konfêrans 26 ê nîsanê, demjimêr 10:00 a bi beşdarîya nêzîkî 50 partîyên sîyasî yên kurd li Rojavayê Kurdistanê û sazîyên civaka sîvîl li Qamişloyê dest pê kirîye.
Armanc ji vê konfêransê, ragîhandina yekhelwestîya kurd û avakirina şandeyeke hevpar ya kurdî ye ji bo danûstandinê li gel hökömeta nû ya Sûrîyayê ji bo mîsogerkirina mafên gelê kurd.







