SerekeSîyasî

Li Amêdîyê droneke bombekirî bi xaleke Pêşmerge de teqiya

Li Amêdîyê droneke bombekirî bi xaleke kontrolê ya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê teqîya, di encamê de du pêşmerge birîndar bûne.

Peyamnêrê K24 gotîye, 28 ê nîsanê li lûtkeya Girê Dava, li hember gundê Belava, droneke bombekirî bi xaleke kontrolê ya hêzên Pêşmerge de teqîya.

Da zanîn jî, pêşmergeyan hewl dan ku droneyê ji xwe dûr bixin û gule berdanê, lê dron bi xala pêşmergeyan de teqîya, di encamê de du pêşmerge birîndar bûne, her du pêşmergeyên birîndar tavilê bo nexweşxaneya lezgîn ya li Amêdê hatine rakirin. Cîgirê rêveberê tenduristiyê yê Amêdîyê Mesûd Tahir ji K24 re gotîye, her du pêşmerge bi sivikî birîndar bûne û piştî wergirtina çareseriyên pêwîst, wê bên derxistin. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button