Dîyaloga dîrokî û çandî ya di navbera Ermenîstan û Fransîyayê de reng û naverokeke nû tê dayîn

“Fransîya-Ermenistan: konfêransa navneteweyî ya du rojan ya bi navê “Dîyaloga dîrokî û çandî” ku di çarçoveya çalakîyên du mehane yên Frankofonya li Ermenîstanê de tê lidarxistin.
Li gor nûçegîhanê “Armenpress” ê, di çarçoveya bûyarê de midûra pirtûkxaneya neteweî ya Ermenîstanê Anna Çûlcyanê û serokê pirtûkxaneya neteweî ya Fransîyaê Jîl Pêkû peymanek ji hev femkirin û hevkarîyê îmze kirin.
Pêkhateya nûneratîya beşdaran ne tenê girîngîyeke taybet da vê konfêransê, lê rêyên pêşdebirin û kûrkirina hevkarîya sêktorî di navbera Ermenîstan û Fransîyayê de jî dîyar kirin. Girîngîya konfêransê bi beşdarîya di merasîma vekirina wezîra perwerdê, zanistê, çandê û werzîşê ya Ermenîstanê Janna Andrêasyan, alîkarê wezîr Alfrêd Koçaryan, balyozê awarte û dadwer yê komara Fransîyayê li Komara Ermenîstanê Olîvîêr Dikotînî, serokê pirtûkxaneya neteweyî ya Fransîyayê Jîl Pêkûî, nivîskarê Ermenîstanê weşanên opêrayên avropî yên li ser mijarên ermenî Alêksandr Sîranosyan, û zanyar û pisporên din yên navdar.
Wezîra perwerde, çandê, sportê û werzîşê Janna Andrêasyanê jî bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku têkiliyên ermenîya-fransa awarte ne û bi têkilîyên dîrokî, siyasî û çandî yên sedsalî hatine avakirin.
“Ji roja ku di navbera Ermenistan û Fransayê de têkiliyên dîplomatîk hatin avakirin heta niha hevkariya me her tim pêşketiye û kûrtir bûye û li gelek qadan hatiye girtin. Kokên dostaniya gelên me ji dîroka têkiliyên fermî gelekî kûrtir in.
“Fransîya hem di demên aşîtîyê de û hem jî di dema cêribandinan de her tim dosteke dilsoz yê gelê ermenî bû. Ji bo Komara Ermenîstanê û civaka welatê me ev piştgirî û dostanî yek ji faktorên herî sereke ye di rûbirûbûna kêşeyên salên dawî de. Hest û hurmeta ku em ji Fransîyayê û civaka wî welatî re heye gerdûnî ye”.
Wezîr her wiha bal kişand ser wê yekê ku Fransîya di pêvajoya întêgrasyona Avropayê de ji bo Ermenîstanê hevkareke pir girîng e. Û hevkarîya di çarçoveya rêxistina Frankofonîyayê de asoyên nû diyar kiriye, têkiliyên çandî û zimanî xurt dike.
Janna Andrêasyanê bal kişand ser girîngiya îmzekirina peymana hevkariyê ya di navbera pirtûkxaneyên neteweyî yên Ermenîstan û Fransîyayê û saziyên din de û diyar kir ku ev yek wê di pêşerojê de beşdarî pêkanîna bernameyên hevpar bibe.
Wezîr di çarçoveya hevkarîya dualî de bal kişand ser pêkanîna bernameyên perwerdehiyê yên ji bo pêşxistina kapasîteyê û destnîşan kir ku divê hevkariya di sêktora pirtûkxaneyê de jî ber bi pêşkeftina têknolojîk ve bibe.







