
Li bajarê Stembolê, bi hinceta bergiriyên li hember 1 ê gulanê, 76 kes hatin binçavkirin.
Bi fermana serdozgerîya Stembolê, beriya 1 ê gulanê, cejina Karkeran ya Cîhanî, li dijî rêxistinên çepgir yên Tirkîyayê opêrasîyoneke berfireh hate kirin.
Serdozgerîya Stembolê ragihandîye, kesên hatine binçavkirin, bi mebesta 1 ê gulanê, banga xwepêşandanan kirine, endamên rêxistinên neyasayî ne û xwestine bo bangeşeya xwe bikar bînin.
Serdozgeriya Stembolê, di vê arasteyê de biryara binçavkirina 84 kesan da û di encamê opêrasyonan de 76 kes hatin binçavkirin.







