SerekeSîyasî

Dibe ku Rûsya li Başûrê Kafkasyayê bibe lîstikvanê der yê jimara duem: Bênîamîn Poxosyan

Berdewamîya şerê li Ukraînayê tê wateya lawazbûna hêdî, lê gav bi gav ya pozîsyonên Rûsyayê li Kafkasya Başûr, Bênîamîn Poxosyan, lêkolînerê payebilind li înstîtuya ermenî ya lêkolînên sepandî,  3 ê gulanê, di çarçoveya maseya dorhêla navneteweyî ya “Dîyaloga di navbera Fêdêrasyona Rûsyayê û Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê ” de gotîye.

Pispor destnîşan kirîye: “Hilbet ev nayê wê wateyê ku Rûsya ji Başûrê Kafkasîyayê vekişiyaye. Rûsîya li Başûrê Kafkasîyayê ye. Li Ermenîstanê baregeha me ya leşkerî ya Rûsîyayê heye, li Osêtya Başûr û Abxazîyayê jî nobedarên sînor hene. Lê hêdî- hêdî em dibînin ku bandora wê qels dibe”.

Li gorî Bênîamin Poxosyan derba here mezin ji bo Rûsîyayê paqijkirina êtnîkî ya ermenîyan li Qerebaxê bûye.

“Yanî ku niha li Qerebaxê ermenî nemane û piştî wê jî hêzên aşîtîparêz yên Rûsîyayê tune ne, dibe ku derbeya herî mezin ji bo Rûsîyayê bûye”.

Pispor bi bîr xist ku îdî li ser sînorê Ermenîstan û Adirbêcanê tu nobedarên sînor yên Rûsîyayê û artêşa Rûsîyayê nemaye û li ser sînorê Îranê jî hema bêje tu zêrevanên sînor yên Rûsîyayê tune ne.

“Gelek axaftin tê kirin ku belkî di salekê de yan jî heta dawîya vê salê tu zêrevanên sînorî yên rûsî li ser sînorê Ermenîstanê û Îranê nemînin, ango hêdî hêdî pêgehên Rûsîyayê lawaz bibin”,-ewî daye kifşê.

“Û heger şer li Ukraînayê berdewam bike, lê dîsa jî, di nav salekê de emê bibin şahidê lawazbûna hêdî ya helwêstên Rûsîyayê, û di dawîyê de, ev yek dibe ku bibe rewşek ku li Kafkasîya Başûr em bibin xwedî rewşekê ku Rûsya bibe lîstikvanê derve yê jimare duda li Kafkasîya Başûr.”

Û  heger bidawîbûna şerê Ukraînayê de, li gorî pispor, Rûsîya wê bêtir derfet hebe ku vê pêvajoya pir hêdî lê rast ya lawazkirina pozîsyonên xwe rawestîne, heta ji nêrîna komarên Kafkasîya Başûr.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button