SerekeSîyasî

Peyama Serok Barzanî di merasîma oxirkirina Sîrrî Surêya Ondêr de hate xwendin

Termê serokwekîlê parlamentoya Tirkîyayê û endamê şandeya Îmralîyê yê DEM Partiyê Sîrrî Surêyya Ondêr, 4 ê gulanê bi beşdarîya bi hezaran kesan li Stembolê bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin.

Merasîma xatirxwestinê di demjimêr 10:00 a de li navenda çandî ya Ataturk li Stembolê dest pê kirîye. Bi hezaran kes ku di nav de berpirsên Partiya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) û partiyên din, nûnerên rêxistinên civaka sîvîl, rewşenbîr, hunermend, malbat û hezkiriyên Ondêr amade bûn.

Di merasîmê de peyamên hin berpirsên hukumet û partîyan hatin xwendin, yek ji wan peyama serok Mesûd Barzanî bû.

Serok Barzanî di peyama xwe de gotîye: “Bi xemgînîyeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetî û sîyasetmedarê Tirkîyayê, -hevserokê berê yê DEM Partiyê û wekîlê serokê parlamêntoya Tirkîyayê (Sîrrî Surêya Ondêr) gihîşte min”.

Serok Barzanî herwiha dibêje: “Xwedêjêrazî Sîrrî Surêya Ondêr, ku endamê şanda Îmralîyê jî bû, beşeke mezin ya jiyana xwe ji bo xebata sîyasî û aştîyane terxan kir û hewlên wî yên di arasteya çareserîya aşîtî li Tirkîyayê de cihê pêzanîneke mezin e”.

Di beşeke din ya peyamê de hatiye gotin: “Ez pirse û sersaxîyên xwe pêşkêşî malbat, kesûkar, dost, heval û hemfikrên Xwedêjêrazî  Sîrrî Surêya Ondêr û herwiha serkirdatî, endam û alîgirên DEM Partiyê dikim û xwe wek hevparê xema wan dizanim”.

Sîrrî Surêya Ondêr, wekîlê serokê parlamentoya Tirkîyayê û parlamentarê Partiya Wekhevî û Dêmokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ku di heman demê de endamê şanda Îmraliyê bû,  3 ê gulanê piştî 18 rojan mana li nexweşxaneyê, koça dawîyê kirîye.

Sîrrî Surêya Ondêr sala 1962 a li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û li zanîngeha Enqereyê beşa zanistên sîyasî xwendibû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button