
Heger li dijî Îranê şerekî mezin çêbibe, wê ji bo herêma Kafkasya Başûr ne baştir be, evana rîsk in. Di bernameya “Faktora hêzê” ya Nems.am ê de, midûrê giştî yê konsêya têkilîyên navneteweyî ya Rûsîyayê, zanyarê sîyasî Îvan Tîmofêyêv wiha gotîye.
Li gorî wî ev ji bo Ermenîstanê xetereke cidî ye.
Ewî bi bîr xist ku ev ne cara yekê ye ku Amêrîka gefa bombebarankirina Îranê dixwe.Tehdîdên bi vî rengî di serdema yekem ya Tramp de jî hatibûn dayîn, lê wî di kêlîya dawî de ev biryar guherand. “Ev xeterî hem di dema Obama û hem jî di dema Bûş de hebûn”. Ji ber vê yekê ev ne rewşeke nû ye. Tîmofêyêv her wiha gotîye: “Serkirdayetîya Îranê ji mêj ve rîya berxwedanê li hember dorpêçên Amêrîkayê girtîye û ev rû bi rûbûn bi dehan sal in berdewam e, ku di demek nêzîk de bidawî nabe”.
Ewî bal kişande ser vê yekê ku bombebarankirina Îranê û destpêkirina çalakîyên leşkerî li dijî Komara Îslamî ya Îranê metirsîyeke mezin e ji bo Amêrîkayê. Di nirxandina wî de, ev jî ji bo Îsrayêlê metirsîyeke pir mezin e, ji ber ku Îran xwedî hin sîstêmên çekan e ku dikare zirarê bide Îsrayêlê.Pispor wiha gotîye: “Ez senaryoyek wiha red nakim, lê dîsa jî ez wê wekî doza bingehîn nabînim”.
Ewî bal kişande ser vê yekê ku li Îranê piştî têkçûna rêketinama navokî û bi taybetî li hemberî çend bûyerên ewlehî, hêzên ku doza derbazbûna bo rewşa navokî dikin, derketine holê.
Tîmofêyêv wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her weha peymaneke nû ya rûsa-îranî jî heye, ku di rû bi rûbûna Îranê û Rojavayê de helwesteke dostane ji alîyê Moskvaê ve heye. Ev belge hevkarîya leşkerî-têknîkî ya Moskvayê û Tehranê ji holê ranake. Ev yek ji bo ewlehîya Îranê û Rûsîyayê girîng e”.







