H’emû nûçeSereke

Şaredarên  Yêrêvanê û Marsêlê ji bo avakirina têkilîyên biratîyê dêklarasîyon îmze kirine

Şaredarê Yêrêvanê Tîgran Avînyan û şaredarê bajarê  Fransîyayêyî Marsêlê Bênû Payan, ji bo avakirina têkilîyên biratîyê dêklêrasîyon îmze kirine.

Li gor nûçeya “Armenpress” ê, şaredarê  Yêrêvanê Tîgran Avînyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê li ser vê yekê nivîsîye.

Yêrêvan û Marsêl di hevkarîya xwe de rûpeleke nû vedikin.

Şaredarê Marsêlê Bênû Payan re me dêklêrasîyoneke hevpar ya li ser avakirina têkilîyên biratîyê îmze kirine.

Ev gav armancên me yên hevpar eşkere dike û hevkarîya zêdetirî 30 salan li ser bingeha rêzgirtina dualî, bîra dîrokî û nêrîneke hevpar ya pêşveçûyînê xurt dike.

Bajarên me jî bi heman zehmetîyan re rû bi rû ne. Hem li Yêrêvanê û hem jî li Marsêlê, em hewl didin ku hawîrdorek bajarî ya bi bandor, hevgirtî û mirov-navend ava bikin.

Ez di wê bawerîyê de me ku ev dêklarasîyona îmzekirî wê bibe bingehek ji bo bernameyeke ku wê fermîbûnê ji holê rabike û bibe platformek ji bo encamên pratîkî û projeyên ji hev sûdmend.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button