SerekeSîyasî

Asayîşa Kurdistanê: pênc têrorîstên DAIŞ ê hatine desteserkirin

Dezgeha asayîşa Herêma Kurdistanê ragîhandîye ku li herêma Cewil Borê ya Kerkûkê “baregehên têrorîstên DAIŞ ê wêran kirine û pênc têrorîstên DAIŞ ê desteserkirine”.

Li gorî dezgeha asayîşa Herêma Kurdistanê, di opêrasîyoneke hevbeş de, bi rêvebiriya giştî ya opêrasîyonên asayîşê bi hevahengî bi rêvebiriya îstixbarata leşkerî ya Îraqê re du çalakî kirine û “baregehên DAIŞ ê” ji holê rakirine.

Dezgeh her wiha dibêje,  29 ê nîsana sala 2025 a, li parêzgeha Kerkûkê li navçeya Cewil Bor û derdora wê lêgerîn kiriye û baregehên “têrorîstên DAIŞ ê” wêran kirine û dest danîne ser hinek materyal û belgeyan.

Opêrasîyona duyem di navbera rojên 30 ê nîsanê û 4 ê gulana sala 2025 a bûye.

Dezgeha asayîşa Herêma Kurdistanê diyar kirîye, bi rêvebirîya giştî ya opêrasîyonên asayîşê, “li ser bingeha şopandin û zanyarîyên îstixbaratî di çend opêrasyonan de, karîne pênc têrorîstên endamên çalak yên têrorîstên DAIŞ ê desteser bikin”.

Li gorî dezgehê, ew pênc DAIŞ î, bi armanca xwebirêxistinkirinê berê xwe dabûn sînorê navçeyên Kelarê, Çemçemalê, Helebce û Silêmanîyê û terorîst bi madeyên 2 û 4 yên têrorê hatin dawxazkirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button