SerekeSport

Çêmpîyonata  karate ya mezinan ya Avropayê di navbera 7-11 ê gulanê de li  Yêrêvanê wê bê lidarxistin

Wezîreta werziş û ciwanan ragihandîye ku Ermenîstan wê cara ewil mazûvaniya çêmpîyonata karateyê ya mezinan ya Avropayê qebûl bike.

Beriya çêmpîyonatîyê civîneke çêmpîyonîyê li dar xistîye û tê de cîgira wezîrê perwerde, zanistî, çandê û sporê ya Ermenîstanê Hasmik Avagyan, serokê fêdêrasyona karate ya cîhanê û Avropayê Antonîo Espînos, serokê fêdêrasîyona karate ya Ermenîstanê Vazgên Harutyunyan û sêkrêtarê giştî yê fêdêrasîyona karate ya Avropayê Davor Çêpêk axivîne.

Çêmpîyonîya karatê ya Avropayê wê di navbera 7-11 ê gulanê de li komplêksa sportê û konsêrta ya ser navê Karên Dêmîrçyan bê lidarxistin. Çend berpirsên payebilind û mêvanên rêzdar ji welatên  cîhanê ji bo beşdarîya çêmpîyoniyê wê bên  Yêrêvanê.

Alîkara wezîrê werzişê, çandê Hasmik Avagyanê bal kişandîye ku mazûvaniya tûrnûvayên mezin yên navneteweyî polîtîkayeke berdewam e û wiha gotîye: “Di dîroka werzîşa Ermenîstanê bi taybetî karateyê de ev demeke dîrokîye.Em ê di çêmpîyonata Avropayê ya 60 emîn ya Avropayê ji hezarî zêdetir werzişvan û dêlêgayên ji 54 welatan ra bibin mêvan. Ev ji bo welatê me bûyereke girêdaye ye û hukumeta Ermenîstanê ji bo ku xwe bi awayekî herî baş nîşan bide û çêmpîyoniyê bi rêk û pêk bimeşîne, ji tu hewldanan nerazî ye”.

Ewê bi taybetî tekez kirîye ku lidarxistina çêmpîyonîyên navneteweyî li Ermenistanê yek ji rêgezên sereke yên sîyaseta dewletê ye û yek ji armancên stratêjiya werzîşê ye.

Alîkara wezîrê werzişê, çandê gotîye: “Armanca vê sîyasetê ew e ku heta ku ji dest tê bibe alîkarê geşepêdan û populerbûna werzîşê. Ewê spasîya hevkarên navneteweyî kirîye ji bo hevkarîya wan ya bi bandor, û ji hemî werzişvanên ku beşdarî çêmpîyonîya çêmpîyoniyê bibin hêvî kir.

Serokê Fêdêrasîyona karate ya Avropayê Antonîo Espînos jî spasiyên xwe pêşkêşî rêxistinên hevkar, bi taybetî hukumeta Ermenîstanê kir ku bi piştgiriya raste-rast organîzekirina çêmpîyoniyê tê meşandin.

Qisekeran bal kişandin ser girîngiya çêmpîyonîya ku wê di navbera 7-11 ê gulanê de bê lidarxistin, her wiha bal kişandin ser wê yekê ku Ermenistan jî dê mazûvaniya tûrnûvaya sala 2027 a bike.Çêmpîyonîya karate ya ciwanan  ya Avropayê, ku wê zêdetir beşdarî pêşkeftina vê werzîşê li Ermenistanê bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button