SerekeSîyasî

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşangeha geştîyarîyê vekirîye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sêyemîn pêşangeha geştîyarîyê ya Rojhilata Navîn li bajarê Hewlêrê kirîye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî  6 ê gulanê li Hewlêrê di merasîmekê de, sêyemîn pêşangeha geştîyarîyê ya Rojhilata Navîn (METEX 2025) vekirîye.

120 kompanya û sazîyên geştîyarîyê ji 20 welatan  beşdarî pêşangehê dibin, ku wê heta roja pêncşemê berdewam bike.

Pêşangeha geştîyarîyê ya Rojhilata Navîn (METEX 2025) wê cara sêyemîn li Hewlêrê bê vekirin û  wek mezintirîn pêşangeha geştîyarîyê li Îraqê û herêmê tê hejmartin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button