Wezîreta Ermenîstanêye karên der konfêransa navneteweyîye 2 emîn ya “Dîyaloga Yêrêvanê” organîze dike /vîdyo/
Wezîreta Ermenîstanêye karên der konfêransa navneteweyîye 2 emîn ya “Dîyaloga Yêrêvanê” organîze dike.
Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, wezîreta Ermenîstanêye karên der têkildarî mijarê daxuyanîyek daye.”Em bi kêfxweşî radigihînin ku wezîreta Ermenîstanêye karên der konfêransa navneteweyîye 2 emîn ya “Dîyaloga Yêrêvanê” organîze dike.
Îsal wê nîqaş di bin sernavê “Navîgasyon bi nav nenasan re” bên kirin. Di dîyalogê de wê mêylên nû yên jêopolîtîk yên cîhanî, kêşe û pêrspektîvên aşîtî û ewlehîyê, nakokîyên aborî û nedîyarîyên mezin, û her weha mijarên têkildarî hevkarîya herêmî, di nav de feydayên ku ji hêla girêdan û bazirganîya berfireh ve têne peyda kirin, bên nîqaş kirin. Gotûbêj wê her weha rêyên “jîyîna bi xwezayê re bi hev re”, di nav de pêşengên konfêransên pêşerojê yên COP 30 û COP 17, û her weha bi kûrahî vekolîna bandorên hevdem yên veguherîner û tevlihev yên îstîxbarata sûnî”,-peyamêda hatîye gotin.
“Ew jîngeha tevlîhev ya îroyîn ji hêla nedîyarîyên jêopolîtîk û aborî ve hatîye çêkirin, ku tê wateya guhertinên girîng, lê di heman demê de derfetên nû jî diefirînin”. Di pêşxistina çareserîyên bi bandor de dîyaloga vekirî û watedar girîng e. Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye, di vê çarçoveyê de ez li bendê me ku gotûbêjên ku di çarçoveya “Dîyaloga Yêrêvanê” ya bê de hatine plankirin.
Gotûbêjên têmatîk wê van waran bihewîne: mêylên jêopolîtîk yên cîhanî, dubendîyên aşîtî û ewlehîyê, mêylên li Yekîtîya Avropayê û cînarên wê, ragîhandin, bazirganî û veguhestin, polîtîkaya îstîxbarata çêkirî, pêşveçûyîna kesk.
Çalakîya îsal bi hevkariya weqfa lêkolînê ya çavdêr, bi hevkarîya weqfa Casimir Pulaski û Foruma ewlekarîya Varşavayê û herwiha bi piştgiriya navenda analîz, plankirin û stratêjîyê ya wezîreta Fransîyayê ya Avropayê û kar û barên derve tê organîzekirin.







