Nexweşxaneya penceşêrê ya 160 nivînan li Dihokê hate vekirin

Wezîrê tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî, nexweşxaneya çareseriya penceşêrê û navenda şûştina gurçikan li parêzgeha Dihokê vekir. Berzincî ragihandîye ku bi vekirina vê nexweşxaneya nû û pêşketî re, îdî nexweşên penceşêrê yên li Dihokê ji bo neştergeriyê neçar namînin ku demeke dirêj li bendê bimînin yan nobedê bigirin.
Saman Berzincî 13 ê gulanê di konfêranseke rojnamevanî de gotîye: “Îro me projeyeke gelek girîng li Dihokê vekir. Wek ku me di salên borî de soz dabû, em girîngiyeke mezin didin nexweşên penceşêrê û baştirkirina xizmetguzariyên ji bo wan”.
Herwiha daye zanîn: “Nexweşxaneya “Umêd” ji bo çareseriya penceşêrê û navenda şûştina gurçikan bi temamî hatiye nûjenkirin û guhertinên bingehîn tê de hatine kirin, da ku bibe nexweşxaneyeke taybet û pispor ji bo çareseriya penceşêrê li bajarê Dihokê”.
Daye zanîn jî: “Li nexweşxane hemû pêdiviyên sereke yên wek çareserî, destnîşankirin, taqîgehên pêşketî, beşa tîrêjê, odeyên neştergeriyê yên modern, çavdêriya hûr û gelek beşên din yên cuda û dermanxaneyekê tê de hene”.
Saman amaje bi wê yekê kirîye, ev proje hevdem e ligel çend projeyên din yên girîng yên di warê penceşêrê de li Dihokê, ku tê payîn heta dawiya îsal hemû temam bibin. Herwiha gotîye: “Yek ji projeyên herî girîng, çareseriya penceşêrê bi tîrêjê ye ku jê re dibêjin (lêzer). Sala borî birêz serokwezîr kevirê bingehîn yê vê projeyê danî û niha peykerê projeyê temam bûye û di qonaxa dawî ya amadekirinê de ye”.
Derbarê projeyên din de jî ev agahî dane: “Projeyên din jî nexweşxaneya çareseriya penceşêrya zarokan (nexweşxaneya -hêvî ya zarokan), herwiha nexweşxaneya çandina moxê hestî ne ku avakirina wê niha temam bûye û di demek nêzîk de dê her çar proje bi hemû pêdiviyên pêwîst ji bo çareseriya penceşêrê bên dabînkirin”.
Wezîrê tendirustiyê destnîşan kirîye: “Di salên borî de, tenê çend beş û çend text li nexweşxaneya Azadî ji bo çareserkirina nexweşên penceşêrê hebûn. Lê niha li Dihokê nexweşxaneyeke me ya serbixwe û pispor bi kapasîteya 160 textan û şeş odeyên neştergeriyê yên bi têknolojiya herî nû heye. Ji niha û pê ve, em dikarin bibêjin ku ti nexweşekî penceşêrê li Dihokê ji bo çareseriyê dê li benda nobedê nemîne”.
Di dawiyê de, Saman behsa wê yekê kirîye ku rêjeya nexweşên penceşêrê li Herêma Kurdistanê li gorî parêzgehên din yên Iraqê kêmtir e, û gotîye: “Li Herêma Kurdistanê bi yasa fonda komekê ji bo nexweşên penceşêrê heye ku ev fond di warê destnîşankirina zû û dabînkirina çareseriyê de roleke girîng dilîze û piştgiriyê dide têkoşîna li dijî penceşêrê”.







