H’emû nûçeSereke
UNICEF wê xebatên xwe yên li Adirbêcanê bide sekinandin

Ofîsa fonda zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ya li Adirbêcanê wê di mehên pêş de xebatên xwe rawestîne. Ajansa Adirbêcanêye “Rêport” ê li ser zarê Îrîna Mazûrê, berpirsa çapemeniya navçeyî ya UNICEF ê ji bo Avropayê û Asyaya Navîn ev yek ragîhand.
Bi gotina wê, proseya rawestandina karên ofîsê wê bi qonaxên çend mehan pêk bê. Mazûrê gotîye: “UNICEF wê bi rêya ofîs û navenda xwe ya herêmî bi hevkarên xwe yên li Adirbêcanê re xebatên xwe bidomîne”.
UNICEF ji sala 1993 a vir ve bi hukumeta Adirbêcanê re dixebite.







