H’emû nûçeSereke

Rojnameya Qatar Tribune de li ser Ermenîstanê gotarek hatîye weşandin

Seroka komîtêya tûrîzmê ya wezîreta Ermenîstanê Lûsînê Gêvorgyanê ji malpera nûçeyan ya bi prêstîj ya Qatar Tribune re hevpeyvînek kirîye. Seroka komîtêya tûrîzma Ermenîstanê di her demsalê de wek cihekî geştîyarîyê balkêş, xwedî mîrata çandî ya dewlemend û ji bo tûrîzma bijîjkî potênsîyaleke mezin nîşan daye.

Lûsînê Gêvorgyanê di hevpeyvînê de binesazîya pêşkeftî ya Qeterê bilind nirxand û bal kişand ser girîngîya kûrkirina têkilîyên tûrîzmê, tendurîstîyê û bazirganîyê di navbera Ermenîstan û Qeterê de.

Ewê bal kişand ser avantajên pêşbazî yên Ermenîstanê di warê tûrîzma bijîjkî de, bi saya kar û barên neştergerî, êstêtîk û diranan yên erzan û bi kalîte.

Her weha girîngîyeke mezin ji hebûna geştên raste-rast di navbera Ermenîstanê û Qeterê û rêjîma hêsan ya vîzayê de hate dayîn, û tekezî li ser gihîştin û rehetîya rêwîtîyê hate kirin.

Seroka komîtêya tûrîzmê nêrîna Ermenîstanê wek hevkareke pêbawer ji bo welatên kendavê raber kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button