H’emû nûçeSereke
Civaka ûkraînî ya li Ermenîstanê roja Vîşîvankayê dide kifşê

Balyozxaneya Ûkraînayê ya li Ermenîstanê, tevî rêxistinên sîvîl yên Ûkraînayê, bi boneya 15 ê gulanê roja Vîşîvankayê li Yêrêvanê çalakî li dar xistin.
Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, nûnerên civakê bi cil û bergên gelêrî pêşî li meydana Azadîyê kom bûn. Piştre merasîma pîrozbahîyê dest pê kir. Dû re mirov li nêzîkî abîdeya helbestvanê navdar yê ûkraînî Taras Şêvçênko, ku li wir çalakîyên cejinê pêk hatin, kom bûn.
Roja Vîşîvankayê cejinek çandî ya Ûkraînayî ye ku armanc ew e ku cil û bergên kevneşopî yên ûkraînî li seranserê cîhanê biparêze û belav bike.







