H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê pîşesazîya stansîya ênêrjîya tevêye yekem   hate vekirin

Yekemîn stansîya mezin ya ênêrjîya rojê ya pîşesazî ya li Ermenîstanê bi navê “Masrik-1” ku li herêma Gêxarkûnîkê ye, ket merîyetê. Kapasîteya dîzaynkirina santralê 55 mêgovate, û berhemanîna êlêktrîkê ya salane jî nêzîkî 24 mîlyon kîlovat sehete.

Li gorî biryarên ku ji alîyê komîsîyona serrastkirina xizmetên giştî ya Komara Ermenîstanê ve hatin girtin, stansîya tevê ya Masrîk-1 ya şîrketa “ÊfArVî Masrîkê” ket qonaxa hilberîna êlêktrîkê û tarîf wergirt.

Di daxuyanîya komîsyonê de hatîye gotin ku “Masrik-1” ne tenê di sêktora ênêrjîyê de veberhênanek girîng e, lê di heman demê de di pêşxistina çavkanîyên ênêrjîyê yên nûjen û paqij yên Ermenîstanê de jî pêkhateyek sereke ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button