H’emû nûçeSereke

Zanîngeha Kobanîyê 7 berhemên nû yên kurdî çap dike

Navenda lêkolînên folklorê ya zanîngeha Kobanîyê, 7 berhemên nû yên kurdî amade kirine.

Berhem ji alîyê weşanxaneya zanîngeha Kobanîyê ve ji bo çapê hatine amadekirin.

Li ser hesabê mêdyaya civakî yê zanîngehê ev berhemên nû yên ku ji bo weşanê amade bûne hatine naskirin.

Pirtûkên kurdî bi gotina “Di demeke nêzîk de! Ji weşanên navenda lêkolînên folklorê ya zanîngeha Kobanîyê 7 berhemên nû wê li ber destên we be” hatine ragîhandin.

Berhemên ku ji bo weşanê hatine amadekirin ev in:

1.Berîya me berîyeke fireh e – destan û meselên eşîrî yên kurdî ji Rihayê sala 1906 a (berhevkar: Oskar Mann, êdîtekirin û danasîn: Barbara Straûlî)

2 .Gernameya min – zargotina çyayê Kurmênc – Efrînê (nivîskar: Merwan Berekat)

3 .Teselîya cimatan -çîrok (berhevkar: Hesen Koderde /Bêçarê kurd)

4 .Tûrikê derdan -stranên gelêrî (berhevkar: Hesen Koderde /Bêçarê kurd)

5 .Hinekî bikene – pêkenokên Herêma Kobanîyê (berhevkar: Mezlûm Cimo)

6 .Xweşkera demê -çîrokên gelêrî (berhevkar: Mezlûm Cimo)

 7 .Nezer – bawerîyên gelêrî (berhevkar: Dîyar Hemî)

Zêdetir nîşan bide
Back to top button