SerekeSîyasî

Serok Barzanî 63 sal berê bû pêşmerge

Serok Mesûd Barzanî di salvegera 63 a ya ku bûye pêşmerge peyamek belav kirîye û gotîye: “Silav li wan hemû qehremanan ku ev roj ava kir”.

Serok Mesûd Barzanî 20 ê gulana  sala 1962 a bû pêşmerge.

Serok Barzanî li deşt û çîayayên Kurdistanê ji bo azadîya welêt têkoşîneke mezin da û îro jî li qada sîyasetê têkoşîna xwe didomîne.

“Silav li wan hemû qehremanan ku ev roj ava kir”

Serok Mesûd Barzanî di salvegera xwe ya pêşmergebûnê de bi rêya hesabê xwe yê X ê peyamek belav kirîye û gotîye:

“Silav li hemû pêşmergeyan, çavên wan maç dikim.

Silav li ruhê pak ê şehîdan û silav li wan hemû qehremanan ku ev roj ava kir û bûn serbilindiya gelê me”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button