H’emû nûçeSereke
Sûrên Papîkyan û Ezîz Nasîrzadê asta hevkarîya Ermenîstanê û Îranê di warê berevanîyê de bilind nirxandine

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan bi wezîrê Îranêyî parastinê û piştgirîya hêzên çekdar Ezîz Nasîrzadê re hevdîtineke taybet pêk anîye.
Li gorî ku wîzareta Ermenîstanêye parastinê ji “Armenpress” ê re ragîhandîye, piştî axaftina taybet bi heyetan re hevdîtineke berfireh pêk hatîye.
Wezîran asta hevkarîyên her du welatan di warê berevanîyê de bilind nirxandine. Di hevdîtinê de mijarên girêdayî pêvajoya hevkarîyên di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Îranêye Îslamîda hatine gotûbêjkirin.
Li gorî çavkanîyê di hevdîtinê de behsa mijarên ewlekarîya navçeyî û navdewletî jî hatine kirin.







