H’emû nûçeSereke

Paşînyan û Lavrov li ser mijarên ewlekarîya herêmî û navneteweyî gotûbêj kirine

Serokwezîr Nîkol Paşînyan pêşwazîya şandeke bi serokatîya wezîrê Rûsîyayêyî karên der  Sêrgêy Lavrov kirîye.

Serokwezîr Paşînyan bi xêrhatina mêvanan kirîye û bal kişandîye ser rewşa heyî ya têkilîyên Ermenîstanê û Rûsîyayê.

Sêrgêy Lavrov kêfxweşîya xwe ji bo pêşwazîkirinê nîşan daye û tekezî li ser amadebûna Rûsîyayê ji bo pêşxistina peywendîyên li gel Ermenîstanê kirîye.

Di hevdîtinê de li ser mijarên rojeva dualî ya Ermenîstan-Rûsîyayê, hevkarîyên di çarçoveya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de û herwiha ewlehîya herêmî û navneteweyî de gotûbêj hatine kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button