H’emû nûçeSereke

Dahata siyê li Ermenîstanê digihîje 200-300 milyard dramî: serokê komîtêya dahata dewletê

Niha, li gorî texmînên cuda, di aborîya Ermenîstanê de  2-3 selef dahata sîyê heye, ku di warê dram de nêzîkî 200-300 mîlyard dram e. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, ev yek ji alîyê serokê komîtêya dahata dewletê Êdûard Hakobyan di civîneke çapemenîyê de hatîye ragihandin. Ewî da zanîn ku ev li ser dahata sîyê ye, ango li gorî yasayan divîyabû çiqas bac bihata standin lê nehatibû standin.

Li gorî serokê lijneya dahata dewletê, qebareya giştî ya aborîya sîyê, li gorî texmînên cuda, 20-22  selefê  dihata dewletê ye.

“Heger çend sal berê  35-40 selef ya dihata dewletê bû, niha li gorî texmînên cuda ew di nav 20  selefîde ye”,- serokê komîtêya dahata dewletê gotîye.

Li gorî wî, di van salên dawî de qebareya aborîya sîyê li Ermenîstanê bi nîvî kêm bûye.

Komîtêya dahata dewletê her weha destnîşan kirîye ku qebareya aborîya sîyê li gorî sêktor di sêktorên bazirganî û avahîsazîyê de herî mezin e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button