Her rakirina dorpêçê divê di bin serwêrîya Ermenîstanê de be: balyozê Îranê

Îran alîgirê wê yekê ye ku li Kafkasya Başûr rê li ber rêgirtina li peywendîyan bigire, lê tekez dike ku divê di bin serwêrîya Komara Ermenistanê de be.
Li gorî rapora “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda balyozê Komara Îranêye Îslamîye li Ermenistanê Mehdî Sobhanî gotûbêja bi rojnamevanan re ragîhandîye.
“Em piştgirîya aşîtîyê dikin. Me piştgirî daye hevraxeberdanên aşîtîyê yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de û emê bidomînin. Em di wê bawerîyê de nin ku îmzekirina peymana aşîtîyê di berjewendîya herdu welatan û herêmê de ye. Û em amade ne ku beşdarî îmzekirina wê peymanê bibin”,- balyoz gotîye.
Ewî bi bîr xist ku Îranê projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya ku ji alîyê serokwezîrê Ermenîstanê ve hatîye pêşniyarkirin, pêşwazî kirîye.
“Ev dibe sedemek ji bo rakirina dorpêça li herêmê. Em ne li dijî rakirina dorpêçê ne, hûn helwesta me dizanin. Lê her rakirina dorpêçê divê di bin serwêriya Komara Ermenîstanê de be. Û ez difikirim ku ev proje wê bibe alîkar ji bo veguhestina eşîyayên li herêmê”,- ewî gotîye.







