H’emû nûçeSereke

Fransîya wê li Gorîsê konsûlxaneya xwe veke, ev yek “nîşaneke sîyasî” ye

Wezîrê Fransîyayêyî karên der Jan-Noêl Baron  li Yêrêvanê gotîye, di demeke nêzîk de wê li Gorîsê, Syûnîkê, konfêransa hevkarîya nenavendî ya ermenî-fransî pêk bê.

Di civîneke çapemenîyê ya hevbeş de ligel hevtayê xwe yê Ermenîstanê, ewî dîyar kirîye ku ev konfêrans ji bo peywendîyên di navbera her du welatan de gelek girîng e û lidarxistina wê li Syûnîkê jî nîşaneke sîyasî ye.

Di vê çarçoveyê de Fransîya plan dike ku li Gorîsê ajanseke konsûlxaneyê veke.

Wezîr Baron dîyar kirîye ku Fransîya ji bo têkilîyên bi Ermenîstanê re demeke dirêj soz daye û di vê çarçoveyê de di navbera her du welatan de gelek belge hatine îmzekirin ku wê bibin lengerê têkilîyên me yên pêşerojê.

Wezîrê Fransîyayêyî karên der  tekez kirîye ku Parîz amade ye ku pêwendîyekê bi Yêrêvanê re ku her ku diçe avakertir bibe mîsoger bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button