
Di dîroka 70 salî ya xelata navdar ya cîhanê ya wênekêşîyê, “World Press Photo” de, cara yekemîn wênekêşekî kurd, Îbrahîm Elîpûr, bi rêya çîroka bi êş ya kolberên kurd, karî vê xelata bi prêstîj bi dest bixe.
Xelata “World Press Photo” wek yek ji girîngtirîn û bi rûmettirîn xelatên di warê wênekêşîya rojnamegerî û dokûmêntarî de li seranserê cîhanê tê naskirin. Ev yekem car e ku di dîroka vê xelatê de hunermendekî kurd şayesteyî wê tê dîtin.
Îbrahîm Elîpûr bi wêneyên xwe yên ku rewşa dijwar û têkoşîna jîyanê ya kolberên kurd radixe ber çavan, bala jûrîya navneteweyî kişandîye ser xwe û ev xelata girîng wergirtîye.
Ev serkeftina Îbrahîm Elîpûr ne tenê ji bo wî bi xwe, lê ji bo tevahîya cîhana hunera kurdî û bi taybetî ji bo bal kişandina ser pirsgirêk û çîrokên mirovî yên gelê kurd, destkeftîyeke mezin û dîrokî tê hejmartin.







