H’emû nûçeSereke

Serokê Rûsyayê Pûtîn 50 salîya serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan pîroz kirîye

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ji bo 50 salîya wî peyameke pîrozbahîyê şandîye.

Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, ev peyam li ser malpera fermî ya Krêmlê hatîye weşandin. Peyamê de wiha hatîye gotin:

“Birêz Nîkolê Vova,

Ji kerema xwe ji bo 50 salîya We pîrozbahîyên min yên ji dil qebûl bikin.

Rûsya û Ermenîstan di dîrokê de bi têkilîyên dostîyê hevva girêdayî ne. Ez di wê bawarîyê de me ku bi hewlên hevbeş em dikarin zêdetir pêşdabirina van peywendîyan di hemû alîyan de mîsoger bikin. Bêguman ev yek li gorî berjewendîyên bingehîn yên gelên me ye û ber bi xurtkirina îstiqirar, ewlehî û bextewarîya qada Avrasyayê ve diçe.

Ez ji We re tendurustîyê, bextewarîyê û di xebatên We yên dewletê de serkeftinê dixwazim”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button