
Li bajarê Helebê, piştî rawestaneke ku zêdetirî mehekê dom kiribû, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên hukumeta veguhêz ya Sûrîyayê careke din dest bi proseya guhertina dîlan kirin. Di vê qonaxa herî dawî de, zêdetirî 430 dîl ji her du alîyan hatin berdan.
Li gorî agahiyên ji çalakvanên bajarê Helebê hatine wergirtin, di vê guhertinê de 8 endamên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û 180 endamên HSD ê yên ku li cem hêzên hukumeta veguhêz dîl bûn, hatin berdan. Ji alîyê din ve, HSD ê jî derdora 250 dîlên girêdayî hukumeta veguhêz ua sûrî serbest berdan.
Ev pêngav, piştî civîna di navbera şandeyeke HSD ê û “Komîtêya temamkirina rêkeftina El-Şera – Ebdî” ya girêdayî hukumeta veguhêz ua sûrî de pêk hatîye. Di wê civînê de, her du alî li ser ji nû ve çalakirina rêkeftina taybet bi taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li hev kiribûn.
HSD û birêveberiya nû ya Sûrîyayê 1 ê nîsanê li ser taxên kurdî yên Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiyê) rêkeftinek îmze kiribûn û li gorî wê rêkeftinê, hêzên HSD û YPG ê ji wan hardu tawan vekişiyan, lê hêzên asayîşê man.
3 ê Nîsana borî jî, di çarçoveya “Proseya paqijkirina zindanan ji girtiyan” de, di navbera rêveberiya ewlekariya hundirîn ya Helebê û HSD ê de, bi giştî 250 girtî hatibûn berdan.







