H’emû nûçeSereke

Tenê li herêma Syûnîkê bahê mîlîyardek dolarî xebat tê kirin: Robêrt Xûkasyan li konfêransa ermenî-fransî de

Li Syûnîkê bi piştgirîya alîyê fransî gelek xebat hatine kirin, borîyên avdanê û ava vexwarinê hatine çêkirin, di warê tenduristîyê de veberhênanên mezin hatine kirin.

Di çarçoveya fînansekirina projeyan de, hukumeta Fransîyayê piştgirîya Ermenîstanê dike, lê ji alîyê din ve, Ermenîstan bi gelek kar û xebata bêhempa fînanse dike. Derheqa wê yekêda  welîyê Syûnîkê Robêrt  Xûkasyan  2 ê hezîranê, li konfêransa hevkarîya Ermenîstan-Fransîyayêye 5 emîn a de ragîhandîye.

“Tenê li herêma Syûnîkê qasî mîlyarek dolarî xebat tê kirin. Ev yek gelekî girîng e. Dixwazim bêjim ku niha li herêma Syûnîkê bi carekê ra ewqas dibistan tên çêkirin ku di dema Yekîtîya Sovyêtê de jî tiştekî usa tunebû. Xebatên çêkirina rêyên usa mezin tên kirin ku ez nikarim bifikirim kengê ewqas xebat hatine kirin”.

“Bi gotineke din, fînanse divê cîh bi cîh kirina bîr û programên ku divê di çarçoveya hevkarîya nenavendî de bên çêkirin mîsoger bike, lê em tişta herî girîng ji bîr dikin, ku civatên meda jî byûcê hene û gelek bernameyan cî bi cî dikin”,-ewî gotîye û gumane ku di her rewşê de ku tenê fînans kêm be, pirsgirêk bi hewilên hevbeş çareser bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button