Yekem navenda Tumo li Asyayê li Japonîyayê vebûye

Yekemîn navenda Tumo ya li Asîyayê, bi fermî 1ê hezîranê li Takasaki, prêfêtura Gunmayê hate vekirin.
Wek ku «rmenpress» ji daxuyaniya ku ji hêla meclîsa neteweyî ya Komara Ermenîstanê ve hatîye weşandin hîn dibe,alîkarê serokê meclîsa neteweyî ya Ermenîstanê Hakob Arşakyan di merasîma vekirinê de axaftina bixêrhatinê kirîye û bal kişandîye ser girîngiya bernameyê di çarçoveya hevkarîya perwerdehîya ermenî-japonî de.
Birêz Îçîta Yamamoto, endamê meclisa nûneran ya Japonîyayê, balyozê Komara Ermenîstanê yê Japonyayê, serokê rêzdar yekîtîya xêrxwazên giştî yên Ermenîstanê, damezrînerê navenda têknolojî ya TUMO ê birêz Sêm Sîmonyan, mêvanên hêja, xanim û birêz,
Ji bo min şerefeke mezin e ku îro derkevim pêşberî we û vekirina yekem navenda TUMO ya li Asyayê li vir, li navenda Japonyayê, li bajarê Takasaki, ragihînim.
Vekirina Navenda Gunma ya TUMO ne tenê îfadeya me ya hevpar ya ji bo ciwan û nûjenîyê, di heman demê de ruhê pevguhertina çandî û rewşenbîrî ye ku bi dehsalan bingeha dostaniya ermenî-japonî ye. Gelên me her çiqas ji alîyê erdnîgarî ve ji hev dûr bin jî, bi nirxên hevpar ve girêdayî ne: demokrasî, berxwedan, zanîn û hurmeta kûr ya ji mîrasa çandî re.
Tumo Gunma wê di demek nêzîk de mêvandariya nêzîkî 1 500 ciwanên ji çar aliyên parêzgehan bike û bibe platformek ji bo hevkarî û nûjeniya dualî di navbera Ermenîstanê û Japonîyayê de.
Ez gumanim ku ev tenê destpêk e. Ew beşek ji vîzyona meya berferehtir e ku em bernameya perwerdehiyê ya Tumo li bajarên din yên Japonîyayê berfireh bikin, ku dihêle ku bêtir ciwan beşdarî vê modêla perwerdehiya nûjen û dînamîkî bibin.
Alîkarê serokê meclisa neteweyî ya Ermenîstanê di axaftina xwe de gotîye: “Bila ez spasiya hevkarên me yên japonî yên ji bo bawerî, piştgirî û dostaniya wan, hem jî ji hevkarên me yên TUMO yê yên ji bo hewldan û hevkarîya wan ya bi fêde bikim.
Em bi hev re pirekê ava dikin ku ne tenê Ermenistan û Japonîya, di heman demê de paşeroj jî digihîne hev. Bila ev navend ji bo nifşên paşerojê bibe çavkaniya efirînerî û hevkariyê”.







