ÇandSereke

Fêstîvala fîlman ya Amedê: kurd hêjayî nirxên bi rûmet in

Danasîna fêstîvala 3 emîn ya fîlman ya navneteweyî ya Amedê li navçeya Sûryayê li qesira Cemîl Paşa hatîye kirin.

Fêstîval wê bi hevkariya şaredariya Amedê û akadêmîya Sînêmeya Rojhilata Navîn bê birêvebirin.

Serlêdana filman ya ji bo fêstîvalê 1 ê hezîranê  dest pê kirîye û wê  1 ê tîrmehê de biqede.

Fêstîval jî wê  9-16 ê  meha mijdara  sala 2025 a de bê li dar xistin.

Şaredarîya bajarê mezin ya Amedê û akadêmîya sînêmeya Rojhilata Navîn bi bernameyeke taybet û bi dirûşma “Cîhan bi çîrokan tê bal hev” danasîna 3 emîn fêstîvala fîlman ya Amedê kirin.

Bername li navçeya Sûryaye, li qesira Cemîl Paşa hatîye birêvebirin û wêneyê sînemager û siyasetmedar Sîrrî Surêya Onder jî li gel wêneyê Yilmaz Gyûnêy bi dîwarên qesirê va hatin daliqandin.

Her bi helkefta destpêkirina fêrstîvala fîlman ya Amedê Sîrrî Surêya Onder carek din hatîye bibîranîn.

“Kurd hêjayî gelek nirxên bi rûmet in”

Seroka daîreya çand û hunerê ay şaredariya bajarê mezin ya Amedê Zeynep Yaşê gotîye:

“Kurd layîqî gelek nirxên bi rûmet yê mirovahiyê ne. Ew jî çand û huner e.

Ji ber wê jî rastî em hewldaneke bêhempa didin ku vira wek dilê kurdistanê bi hunerê biavêje”.

Di demeke ku çalakîyên çandî û hunerî li Amedê zêde bûne bi lidarxistina fêstîvala fîlman tê xwestin ku Amed bibe navendeke sereke ya hunerê.

“Emê ji ronahiyê neqetin”

Hevşaredara bajarê mezin ya Amedê Sara Bûcakê li ser festîvalê got:

“Di vê rêya berxedanê de fîlma Yilmaz Gyûnêy Yol (Rê) heye, şopa Xelîl he ye û her waha diyalogên Sîrrî Surêya Onder yên ku li gel meriv dikenine û dide fikirandin jî hene.

Ev her hemû bi hevra rê û ronahiya me ya xeta me ya çand û hunere ne. Em liv ir dubare dikin ku em ê ji vê ronahiyê neqetin”.

Di bernameya ku hevşaredarên Amedê jî beşdar bûne kemanjen û bestekarê navdar yê Dihokê Dilşad Sehîd jî konserek da û bi kemana xwe berhemên herî navdar zindî kirin û dengê muzîka xwe li kevirên dîrokî yê qesira Cemîl Paşa û beşdaran da bîhîstin.

Li gorî bernameya diyarkirî, serlêdana fîlman ya ji bo fêstîvalê  1 ê hezîranê de dest pê kirîye û  wê  1 ê tîrmehê  bi dawî bibe.

Fêstîval jî wê di navbera 9 û 16 ê meha çiriya paşin bê li dar xistin

Zêdetir nîşan bide
Back to top button