
Berpirsekî wezîreta parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ji Rûdawê re gotîye, ewê hejmara hêzên xwe li Sûrîyayê û Rojavayê Kurdistanê kêm bikin.
Berpirsekî Pêntagonê ji nûnerê ofîsa Rûdaw ê ya Waşîngtonê ragîhand ku wan dest bi kêmkirina hêzên xwe li Sûrîyayê û Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Ewî berpirsê Pêntagonê gotîye: “Di vê qonaxê de wê çend sed leşker bên vekişandin. Emê hejmara hêzên xwe bo hezar leşkerî kêm bikin”.
Berpirsê wezîreta parastinê ya amêrîkayê da zanîn ku dibe hejmara hêzên wan li Sûrîyayê û Rojavayê Kurdistanê li gorî rewşa herêmê bê guhertin.
Rayedarê Pêntagonê her wiha amaje pê kirîye, di çarçoveya kêmkirina hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê û Sûrîyayê de, wê hinek baregehên leşkerî jî bên valakirin lê ewî diyar nekir wê çarenivîsa van baregehan wê çi be.
Biryara vekişandina hêzên Amêrîkayê ji Rojavayê Kurdistanê, herêmên din yên di bin desthilata HSD ê û Sûrîyayê ne nû ye lê pêvajoyê niha dest pê kiriye.
Berê Rûdaw ê ji çavkaniyeke leşkerî ya hêzên Amêrîkayê li Rojavayê Kurdistanê piştrast kirîye ku Amêrîkayê dest bi veguhastina kel û pelên leşkerî û valakirina baregehên leşkerî yên Green Village û zeviya Omer kiriye.
Beriya ku şerê Gazayê di çiriya pêşin ya sala 2023 a de dest pê kiribû, nêzîkî 900 leşkerên Amêrîkayê li Sûrîyayê û Rojavayê Kurdistanê hebûn.
Piştî ku komên libnanî, yêmênî, sûryanî û îraqî yên alîgirên Îranê êrişên xwe li ser hêzên Amêrîkayê li herêmê zêde kirin, Pêntagonê hejmara leşkerên xwe gihand nêzîkî du hezar leşkerî.
Piştî ku kanûna pêşin ya sala 2024 a desthilata malbata Esed li Sûryayê û Rojavayê Kurdistanê bi dawî bû, nîsana sala 2025 a Pêntagonê ragihand ku wê hejmara leşkerên xwe ji bo bin hezarî kêm bike ji ber ku li gorî dîtina wan metirsiya DAIŞ ê lawaz bûye.
Li gorî agahiyên ku Rûdaw ê ji du çavkaniyên parastinê yên Amêrîkayê piştrast kirine, Amêrîkayê heta niha nêzîkî 500 leşker ji Sûrîyayê vekişandine.
Biryar e ku di qonaxa pêş de, 500 leşkerên din jî vekişînin û hejmara hêzên wan wê bo hezar leşkerî kêm bibe.







