SerekeSîyasî

Şêwekarê kurd Qerenî Cemîl koça dawî kirîye

Şêwekarê navdar yê kurd Qerenî Cemîl, 3 ê hezîranê ji ber nexweşîya penceşêrê li bajarê Hewlêrê koça dawî kirîye.

Qerenî Cemîl  sala 1954 a li bajarê Hewlêrê ji dayik bûbû. Ew wek rewşenbîrekî mezin, hunermendekî jêhatî û kesayetiyekî hezkirî û rêzdar dihat naskirin. Tabloyên Qerenî Cemîl bi giştî rengvedana dîrok, çand û xwezaya Kurdistanê bûn.

Hunermendê koçkirî, sala 1977 a de bawernameya dîplomê ji peymangeha hunerên ciwan ya Bexdayê wergirtibû. Herwiha,  sala 1984 a de kurseke salane ya lîtografîyê li Barsêlonaya Îspanyayê temam kiribû.

Yekemîn pêşangeha xwe ya taybet  sala 1977 a  li hola dibistana Eyûbiyê ya Hewlêrê vekirîye. Piştre, pêşangehên wî yên taybet li Barcêlonê (sala 1985 a), Almunêkarê (sala 1988 a) û Valênsîyayê (sala 1991 ê) yên Îspanyayê hatine lidarxistin.

Di navbera sala 1972 a û sala 2005 a , Qerenî Cemîl beşdarî zêdetirî 30 pêşangehên hevbeş û taybet li Bexdayê, Hewlêrê, Îtalyayê, Barcêlonayê, Almunêkarê, Valênsîyayê, Bryûsêlê, Kopênhagênê, Holandîyayê, Polonyayê û çend bajarên din yên cîhanê bûbû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button