Rewşa li ser sînor bi aramî ye: serokê fermandarîya giştî ya hêzên Ermenîstanêye çekdar

Fermandarê giştî yê hêzên Ermenîstanêye çekdar Êdvard Asryan 4 ê hezîranê bi rojnamevanan re axivîye, dîyar kirîye ku li ser sînor rewş aram e.
Asryan destnîşan kirîye ku gule tên avîtin lê nayên hedefgirtin û wiha gotîye: “Di rewşên ku gule tên kirin em bi awayekî fermî radigihînin”.
Ewî xwezayî dît ku Adirbêcan vê yekê red dike û da zanîn ku ev ne gulebaranin. “Lê belê, Adirbêcan e ku gulebaran dike”,- ewî destnîşan kirîye.
Li gorî Asryan, dibe ku armanca van guleyan zexta psîxolojîk li ser leşkerên ermenî û nifûsa deverên sînorî yên Ermenîstanê bê kirin.
Asryan di dawiya axaftina xwe de wiha gotîye: “Em guh nadin vê yekê, em wek her car xizmeta xwe didomînin, bi hemû derfetên xwe îstîxbaratî didomînin. Ji aliyê dijmin ve tu çalakiyên provokasîyon nayê kirin”.







