H’emû nûçeSereke

Wezîrê fînansa îdîayên li ser înflasyoneke nedîtî ya li Ermenîstanê bêwate dibîne

 Li gorî rapora “Armenpress” ê, di dema gotûbêja pêşin ya rapora salane ya  “Derbarê cî bi cîkirina byûcêya dewletê ya sala 2024” a  li civîna hevbeş ya komîtêyên daîmî yên Ermenîstanê, ewî bal kişand ser nîşaneyên jimarî yên ku kêmbûna berdewam ya meylên înflasîyonê tomar dikin.

Wezîr destnîşan kirîye: “Kanûna sala 2024 a de rêjeya înflasîyonê ya 12 mehan gihîştîye 1,5 selefî, rêjeya înflasyonê ya navînî jî 0,3  selef bûye. Ev rewş di şert û mercên polîtîkaya diravî ya lihevhatî de înflasîyon xwe gîhand sînorê binê hedefa banka navendî”.

Hovhannîsyan îşaretên ku li welatên herêmê û welatên wek wan hatine tomarkirin jî dan ber hev: Gurcistan-1,1 selef, Albanya- 2,2 selef, Adirbêcan- 2,2 selef, Moldova- 4,7 selef, Qirqizistan- 5 selef, Bêlarûs- 5,8 selef, Rûsîya- 8,4 selef, Qazaxistan-8,7 selef.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button