Wezîrê Ermenîstanêyî karên der firsendeke rast dibîne ku di demeke nêzîk de bi Adirbêcanê re aşîtî pêk bê

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan di wê bawarîyê de ye ku di demeke pir nêzîk de di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de firsendeke rasteqîn heye ku aşîtî bê danîn, peyman bê îmzekirin û di hemû mijaran de bigihîjin têgihîştina hevpar.
Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der li meclisa neteweyî da li civîna çapemenîyê de bi rojnamevanan re axivîye, gotîye.
“Ez di wê bawerîyê de me ku di demeke pir nêzîk de di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de firsendeke rasteqîn heye ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de aşîtî bê îmzakirin û di hemû mijaran de lihevhatineke hevpar bê îmzekirin. Ev fersenda ku ez dibînim heta çi radeyê dikare pêk bê, helbet pirsek bi tevahî cuda ye. Tiştekî din jî ew e ku Ermenîstan her tiştî dike ji bo ku her tişt li gorî wê ssnarê here”,- wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye.
Ararat Mîrzoyan li ser pirsa gelo di rojeva danûstandinên li gel Adirbêcanê de mijara vekişîna Adirbêcanê bi awayekî aşîtîyane ji navçeyên dagirkirî yên wî welatî heye yan na?
“Hilbet herêmên Ermenîstanê yên serwêr hene ku niha di bin kontrola Adirbêcanê de nin. Em behsa qadeke bi qasî 208 kîlomêtr çargoşe dikin. Me gelek caran gotîye ku em mijara vegerandina van herêman di çarçoveya pêvajoya sînordarkirinê de dibînin”.
Wezîr destnîşan kirîye ku pêvajoya dîyarkirina sînorê bi Adirbêcanê re berdewam e. Mîrzoyan her wiha gotîye: “Heger hûn dixwazin bêjin ku ev pêvajo rawestîyaye, ketîye qonaxekê, ne usa ye. Bi giştî ne usa ye. Bi kêmanî îro di navbera serokên wan komîtêyan de gotûbêj tên kirin. Hêvîdar im piştî ku lihevkirinek pêk hatîye, ev pêvajo wê li ser erdê bidome”.
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der bal kişandîye ser xebata rayedarên Ermenîstanê ji bo vegerandina dîlên ermenî yên ku bi awayekî neqanûnî li Adirbêcanê hatine girtin û gotîye pirsên mirovahî yên dîlên şêr û bi giştî kesên ku bi awayekî neqanûnî girtî ne, beşeke girîng ya rojeva mezin e.
“Ev mijareke bi êş e, belkî ev yek ji wan mijarên yekalî ye ku bi tu awayî ne mûmkûn e axaftineke çêker bê kirin”,- Mîrzoyan gotîye herwiha piştî pêngaveke berçev jî di wî warî de, xebatên ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê berdewam in û îro jî berdewam in, lê ew hewil heta niha bi ser neketine.
Wezîr anî ziman ku heger di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de aşîtîyeke dawî pêk bê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên mirovî wê şert û mercên guncawtir bên efirandin.







