Têkîlyên ermenîya-rûsa yê saxlem in û li ser bingeha hevkarîyê ne:Mîrzoyan

Li gor danasîna wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, îro têkilîyên ermenîya-rûsa pir saxlem û hevpar in.
Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, Ararat Mîrzoyan li meclîsa neteweyî gotîye.
“Pêwendî û erkên me li ser kaxezê hatine dîyar kirin, em hewil didin ku ew erkên li hemberî hev bi temamî bên cî bi cîkirin, yanî em hewil bidin ku agirêbesta ku di destê me de ye bi temamî cî bi cî bibe”,-Mîrzoyan daye kifşê.
Mîrzoyan her wiha tekez kirîye ku ji derveyî peymana heyî, di navbera her du welatan de têkilîyên pir nêzîk hene, di çarçoveya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de, ku beşdarbûn ji bo Ermenîstanê gelek bi feyda ye.
“Ev nayê wê wateyê ku her tişt bê ewr e û her tişt xweş e, helbet na. Pirsgirêk hene, mijarên bingehîn hene ku li ser wan helwest û têgihîştina xwe ya hevparên rûsî li ser bûyeran heye, difikire ka çima usa derketîye. Ji bo me, rastî bi tevahî cuda ye. Helwestên ku têne zanîn, û bi rengekî em bi van cudahîyan re normal dijîn”,- Mîrzoyan dîyar kirîye.
Li gorî wezîrê karên der, mijarên ku tê de nakokî hene, lê gelek mijar jî hene ku lihevkirin û hevkarîyeke normal di navbera alîyan de heye.
“Ev têkilîyeke saxlem e û bi bawerîya min her têkilîyeke usa ye”,- Ararat Mîrzoyan daye kifşê.







