Ararat Mîrzoyan bi serdana xebatê li Fransîyayêye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan 9-10 ê hezîranê bi serdana xebatê li bajarê Nîsayêbe (Fransîya).
Konfêransa 17 emîn peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser “Pirrengiya bîyolojîk”, berîya COP 17 ku wê li Yêrêvanê debazbe li ser vexwandina wezîrê Fransîyayêyî karên der, wezîr Mîrzoyan wê beşdarî konfêransa 3 emîn ya Netewên Yekbûyî ya kar û barên deryayan bibe.
Di 10 ê hezîranê bi sernavê “Ji çîya berbi okêanûsan: ji bo pêşerojeke berdewam, parastina cewherî berbi sînorên jîngehê ji bo pêşerojeke berdewam” çalakîyeke têkildarî wê bê lidarxistin, ku bi hev re Ermenîstan û Fransîya wek welatên mazûvan yên COP 17 û konfêransa okêanûsê ya Organîzeya Netewên Yekbûyî organîze dikin.
Her wiha bi hevkaran re hevdîtinên dualî jî tên plankirin.







